Platforma Hevselê: Tev li xebata raporê bibin

Platforma Parastina Hevselê, ji pêkhatîyên xwe yên ku ji bo pêşkêşî heyeta UNESCO'yê bikin, di Nîsanê de li Sûrê lêkolîn bikin û raporê amade bikin xwest ku tev li xebatên raporê bibin.

Navenda Nûçeyan- Endamên Platforma Parastina Hevselê, têkildarî zîyareta heyeta UNESCO ya 4 sal piştî operasyona li ser Sûrê hatin lêkolîn kirin daxuyanî dan. Platformê li Şaxa Egitim Sen a Hêjmar 1 daxuyanî dan. Berdevkê Platformê Vahap Işikli, dîyar kir ku armanca platformê nirxên civakî, çandî û dîrokî biparêze ye. Işikli, dîyar kir ku Çemê Dicle û Baxçeyê Hevselê hev xwedî dikin û wiha got: "Di encama polîtîkeyên bi hişmendîya bazirganîyê nêzîk dibkin, ev damara jîyanê ya bajar tê qutkirin. Ji ber Çemê Dicle di statuya rûbar de ye tê parastin û ji ber vê yekê dibe hedefa sermayedaran. Işikli, anî ziman ku ji ber UNESCO ew xistîye bin parastinê, divê bizmarek jî li vir neyê kutan û qet zerar neyê dayîn. Işikli, xwest her kes li hemberî çemê Dîcle û Baxçeyê Hevselê hestîyar tev bigerin û tev li pêvajoya raporê bibin. Işikli, anî ziman ku dê li ser pêşeroja Hevselê di 28'ê Sibatê de civînekê çêkin û xwest her kes tev li vê civînê bibe. 

 MA

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?