Plasschaert: Li ser hevkariya Hewlêr û Bexdayê em gelekî bextewar in

Li ser hevkariya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya Karûbarê Iraqê, kêfxweşiya xwe anî ziman.

Li gor Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî yê Karûbarê Iraqê Jeanine Plasschaert di hevpeyvîneke rojnamevanî de diyar kir, hilbijartina pêşwext ji bo Iraqê gelekî girîng e, ji bo wê yekê jî pêwîst e bi awayekî pak û bê destwerdan, prose bi rê ve biçe, ev jî dibe hengavek ji bo bicîhanîna daxwazên xwepêşanderan.

Di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de jî Jeanine Plasschaert da zanîn: ‘‘Em teşwiq û hana her du aliyan didin ku bi rêya guftûgoyê li ser tevahiya kêşeyên helwestî yên di navbera Bexda û Hewlêrê li ser bingeha destûrê bikin, danûstandin jî berdewam in, em jî gelek bextewar in li giyanê hevkariyê û hevdu têgihiştina di navbera wan de pêk hatiye.’’

 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan