PKKê êriş kir, pêşmergeyek şehîd bû

.

Li Gundê Dêreşê ya navçeya Duhokê ya Amediyê PKKê êriş bir li ser Seytare ya Pêşmergeyan û di encama êrişê de  Pêşmergeyekê Roj jiyana xwe ji dest da.

Şeva bihorî 13ê Kanûna 2020an derdora demjimêr 23:30, otomobîleke PKKê li nêzîk gundekî ser bi devera Berê Gare li nêzîk navenda qezaya Amêdiyê xwestibû di xaleke kontrolê ya Hêzên Pêşmerge re bê rawestan derbas bibe, di wê demê de di navbera Hêzên Pêşmerge û PKKyîya de alozî derketiye û û PKKyîyan teqe li hëzên pêşmergeyan kirine.

Di encama  vê êrîşa PKKyîyan de pêşmergeyekî Leşkerê Roj bi pileya Mulazim Yekm canê xwe ji dest daye.

Bedel Bendî, Fermande Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand, “pêşmergeyê ku di bûyera şeva derbasbûyî de şehîd bûye, navê wî Ebdurehman Emîn e û pileya wî Mulazim Yekem û xelkê Zaxoyê ye.”


Bedel Bendî herwiha got, “biryar e termê wî pêşmergeyî îro li bajarê Zaxoyê bê veşartin.”


Berî mehekê jî li bajarokê Çemankê yê ser bi Amêdiyê ve, di encama êrîşeke PKKê de pêşmergeyek şehîd bibû û sê pêşmergeyên din jî birîndar bûbûn.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê