Piştî koçberiya malkambax vegera dilbiêş: 'Derî jî nehiştine'

.

 Piştî guherînên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê pêleke nû ya vegera koçberên Efrînê dest pê kir lê rastiya ku li benda wan e, pir dijwar e.

Vegera li warê bav û kalan ji bo koçberên Efrînê bûye xewneke tehl.

Ew vedigerin lê ne li mala xwe, li wêraneyên bîranînên xwe dinêrin.

Gelek mal ji aliyê Erebên hawirde û komên çekdar ve hatine dagirkirin an jî piştî valakirinê bi temamî hatine talankirin.

Ev rewş barê koçberên ku bi hêviya jiyaneke nû vedigerin Efrînê girantir dike û wan neçarî jiyaneke dijwar a li jêrzemînan dike.

Heta belgeyên malê jî dizîne

Mala Ebdulqadir Xelîlê ji gundê Mareskê yê Efrînê, berê maleke bi rêkûpêk û xemilandî bû û hemû kelûpelên jiyanê tê de bûn.

Piştî dagirkirina herêmê, xwediyê malê koçber bû.

Ji sala 2018an ve, carinan Erebên hawirde û carinan jî komên çekdar dest danî ser malê.

Dema ku ji malê derketin, kesên tê de her tişt talan kirin; ji alavên navmalê bigirin heta derî, pencere û kabloyên elektrîkê.

Xwediyê malê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku heta belgenameyên mal û zeviyên wî jî hatine dizîn.

"Niha mal vala ye lê îmkanên min nînin"

Welatiyê Kurd Ebdulqadir Xelîl behsa rewşa mala xwe kir û got:

"Navê min Ebdulqadir Xelîl e, ez ji gundê Mareskê me. Ez hatim, mala min xerab bûye, tiştek di malê de nemaye.

Odeya razanê, odeya mêvanan, metbex, televizyon, sarinc, cilşok, hemû tişt birine.

Kabloyên elektrîkê derxistine. Henefiyên (destşok) avê hemû rakirine.

Dînamoya avê jî birine, tiştek di malê de nemaye. Niha mal vala ye lê îmkanên min nînin ku ez wê sererast bikim."

"Hûn rewşa Efrînê dizanin"

Ebdulqadir Osman Xelîl ê 76 salî, ji ber ku îmkanên wî yên sererastkirina mala wî tune, ev nêzîkî salekê ye bi hevjîna xwe Xalîde Xelîl re li bajarê Efrînê di jêrzemînekê de bi kirê dimîne.

Ebdulqadir Xelîl wiha pê de çû:

"Piştî ku ez hatim Efrînê, min dît mala min xerab bûye. Ez li Efrînê di jêrzemînekê de bi kirê rûniştime.

Îmkanên min tune ku ez hewşê jî çêbikim û hûn rewşa Efrînê dizanin."

Dema ku koçberên Efrînê vedigerin herêma xwe, rastî du astengiyên mezin tên.

Yan mal û milkê wan di destê Erebên hawirde û çekdaran de ye, yan jî malên wan piştî valakirinê bi temamî hatine talankirin û wêrankirin.

Ev yek barê koçberên ku vedigerin girantir dike.

Siyaset Haberleri

Wezîrê Şer ê Amerîkayê: Dawiya şer dê teslîmbûna bêşert a Îranê be
Şer bandorê li Sûriyeyê jî dike, 5 mirî hene
Senator Feraud: Pêwîst e Kurd di paşeroja Îranê de li ber çavan bên girtin
Bi mûşek û dronan êrişî Kampa Azadiya hat kirin
Hilbijartina rêberê nû yê Îranê gihişt kîjan qonaxê?