Piştî birin fermandariya cendirmeyan winda bû

Xizmên windayan û şaxa ÎHD'ê ya Amedê aqûbeta Fettah Erden ê di sala 1994'an de li Navçeya Bassa ya Şirnexê winda bû pirsîn.  

Xizmên windayan û Komîsyona windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 607’an de berdewam kirin. ÎHD'ê dîsa bi rêya video li ser medya înternetê daxuyanî dan û aqûbeta windayan pirsîn.

Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Hediye Saltan, daxuyanî da û aqûbeta Fettah Erden ê di 20'ê Nîsana 1994'an de li Navçeya Bassa ya Şirnexê hat windakirin pirsî. Saltan, anî ziman ku Fettah Erden zewicî bû û bavê 10  zarokan bûn û wiha got: "Eskerên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Bassa bi ser mala Erden a li gund de girtin û Erden li malê binçav kirin. Fettah birin cem teymen Mehmet Karabela û Ertaç Onadli. Malbata Erden heta sala 2009'an ji ber gef li wan dihat xwarin doz venekir. Fermandarên qereqolê Mehmet û Ertaç malbat bi kuştinê tehdît kiribûn. Malbata Erden piştre koçî Hezexê kirin. Malbatê piştî bûyerê 15 sal şûnde serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê dan. Lê hemû serlêdanên malbatê bê encam man. " 

 

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!