Pirtûka kilamên Radyoya Êrîvanê

Ji alîyê Enstîtuya Çanda Kurd-Alman (Deutsch Kurdisches Kultur Institut) û Kurdisches Musik Und Kulturerbe E.W. (KMK) pirtûka bi navê ‘Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê’ ku ji 4 cildan pêk tê derçû.

Navenda Nûçeyan - Berhevkarîya pirtûkê Cewad Merwanî kirîye û di pirtûkê de bi giştî gotin û notayên 915 stranan cih digirin. Notayên stranên dengbêjan hatine nivîsandin û her wiha di warê akademîk de analîzên hemû stranan hatine kirin.

Mehmet Çakmak edîtorîya pirtûkê kirîye û muzîkolog Veysî Varli jî kontrol, sererastkirin û têkildarî stranan analîz nivîsandîye. Servet Denîz redaksîyon û Şîyar Ayaz jî notasyona pirtûkê kirîye.

Muzîkolog Veysî Varli têkildarî vê berhema girîng agahî da û dîyar kir ku Cewad Merwanî 8 sal berê ev xebat ji wî re şandîye û piştre bi tevî lijneyeke hatîye avakirin dest bi xebatan kirine. Varli da zanîn ku amadekirina pirtûkê di 8 salan de qedîyaye û pirtûk li Ewropayê hatîye çapkirin. Pirtûk li nêzî 100 sazîyên civakî û sazîyên çapemenîyê yên li Amedê hatîye belavkirin. 

 

Xwebûn

 

Kurdîstan Haberleri

Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!
General M. Mustafa Barzanî