Pirtûka ‘Baxê Îrem’ hat latînîzekirin

Pirtûka Îbrahîm Doskî ya bi navê “Baxê Îrem” ku 34 şairên kurdî-kurmancî yên klasîk ên nû dide nasîn û ji helbestên wan nimûneyan berpêş dike, hat latînîzekirin.

Navenda Nûçeyan - Pirtûka Îbrahîm Doskî  ya bi tîpên Erebî nivîsandî “Baxê Îrem” ji alîyê Doç.Dr. Mihemed Zahir Ertekîn ve hat latînîzekirin û Weşanxaneya Darayê çap kir.

Pirtûka Baxê Îrem herwiha çend helbestên xwedînenas jî di nava rûpelên xwe de dihewîne.

Ev berhem me haydar dibin ku 34 şairên klasîk ên kurmancî li lîsteya şairên klasîk ên kurmanc zêde bûne. Heta niha belkî li tu derê ev şai’r nedihatine zanîn.

Bi vê pirtûkê dibe ku rewş û dîroka edebîyat kurdî ya kurmancî bête guharin. Tê zanîn kuî ku piştî Elîyê Herîrî yekem helbestvanê kurdîya kurmancî Melayê Cizîrî ye, lê di vê pirtûkê de hate nivisandin ku Mela Mehmûdê ku bi nasnavê Hemîdî tête zanîn, berîya Melayê Cizîrî helbest nivîsîye.

Helbestvanên ku di vê berhemê de cih girtine ev in:

Mela Mehmûd (Hemîdî), Mîr ‘Îmaduddînê Hekkarî (Sebûrî), Mela Remezanê Ebbasî, Lexer, Axayokê Bêdarî, Sadiqê Amêdî, Muradxanê Bayezîdî û Macin, Mun’imî, Ze’îfî, Mela Husên, Nesîmî, Hacî, Sewdayî, Cudayî, Mîna, Qani, Biharî, Bazelî, Ehmedê Katibê Qubad Begê, Derdî, Mela Îbrahîmê Katûnî, Muhemmed Teyyar Paşa (Xerîbî), Xîyasî, Mela Mihemedê Pîzanî, Mihemedê Qoşlî,Yûsifê Terxan, Şêx ‘Ebdulqadirê Xanî, Ebdullahê Mexribî,Durefşanî, Mela Meqsûd (Esamî), Taha, Mela Mihemedê Soçî yê Baneyî, Sibxetullah, Mela Muhemmedê Xanî (Şewqî).

Rudaw

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê