Pirtûka Baskên Şikestî ya Cibran Xelîl Cibran bi Kurdî belav bû

Pirtûka Baskên Şikestî ya Cibran Xelîl Cibran bo zimanê Kurdî hat wergerandin.

Navenda Nûçeyan- Pirtûka bi navê, ‘Baskên Şikestî’ ya nivîskar Cibran Xelîl Cibran ji alîyê Salih Demîcer ve ji zimanê Erebî bo zimanê Kurdî (Kurmancî) hat wergerandin.

Pirtûka ‘Baskên Şikestî’ ji pêşgotin, destpêk û 10 çîrokên din ên bi navên; Bêzarîya Lal, Destê Qederê, Di Derîyê Perestgehê de, Pertawa Spî, Bahoz, Gola Êgir, Li Ber Darê Mirinê, Di navbera Eşterût û Mesîh de, Fîdakarî û Rizgarker pêk tê.

Pêşgotina vê berhemê ji alîyê wergêrê pirtûkê Salih Demîcer ve hatîye nivîsandin û tê de behsa jîyan, serpêhatî û kar û xebatên Cibran Xelîl Cibran tê kirin û herwiha behsa naveroka beşên vê berhemê tê kirin.

Pirtûka ‘Baskên Şikestî’ ku bi edîtorîya Raman Ehmed hatîye amadekirin, ji 128 rûpelan pêk tê û ji alîyê Weşanên Dar Zeman ve hatîye belavkirin. Herwiha bergê pirtûkê jî ji alîyê Luqman Ehmed ve hatîye dîzaynkirin.

Wergêrê pirtûkê di nivîsa derbarê pirtûkê de dibêje, “Xwendevanê Baskên Şikestî dikare bi hêsanî bilûra Cibranê bilûrvan bibihîse, tabloyên Cibranê şêwekar bibîne û bi baskên xeyalî yên dahênana Cibranê romannivîs û helbestvan û felyasûf li ezmanê evîndarîya bêsînor bifire."

Çavkanî:Rûdaw

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê