Piraniya dermanên online tên firotin sexte ne

.

 Li Herêma Kurdistanê ji sedî 20ê dermanan bê etîket û bandrol tên firotin.

Tevî ku li gorî yasayan qedexe ye dermanên bê etîket û bandrol werin firotin, bikaranîna dermanê bijîşkî û xweşikbûnê yên li derveyî pîvanên tenduristiyê li Herêma Kurdistanê bûye diyarde.

Herwiha piraniya dermanên bi awayê online tên firotin jî sexte ne.

Bi qaçax derman di sînoran re derbasî Herêma Kurdistanê dibe û li bazaran û li ser torên civakî eşkere û dizî tê firotin.

Piraniya dermanên qaçax dikevin bazarên Herêma Kurdistanê, dermanên qelewî, ciwankarî, bihezkirina zayendî û mezinkirina endamên laşê mêr û jinan e.

Mijara vê hefteyê ya bernameya “Ligel Renc” a Rûdawê, li Herêma Kurdistanê firotina dermanên bê bandrol û yên serxte bû.

Alîkarê Rêveberê Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê Îsa Xano, Bijîşkê Pispor ê Dermansaz Dr. Beyar Aram, Bijîşkê Dermansaz Dr.Heldêr Mihemed, Pisporê Desthilatdariya Tenduristiyê û Serokê Enstîtûya Platforma Xizmetguzariyên Tenduristiyê Dr. Rêbîn Mehmûd û nûnerê kompanyayeke dermanan Mihmed Kawanî cudahiyan bihayan û kalîteya dermanan gotûbêj kirin.

Nûnerê Kompanyayên Hawirdekirina Dermanan ragihand ku dermanên sexte ji sînoran tên hawirdekirin û got:

“Belge hene ku dermanekî penceşêrê bi hezar û 600 dolarî ji nexweşekî penceşêrê re hatiye firotin û piştre derket holê ku ew tenê ava dilopkirî ye.”

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ji Çiriya Paşîna 2022yan ve dest bi projeya danîna etîket û bandrolê kiriye ku welatî dikarin bi rêya wê hemû zanyariyên dermanan bi dest bixin.

Derman bi kalîteyên cuda û nirxên cuda tên firotin, di demekê de ku diviyabû etîket û bandrol li ser hemû dermanan hebûya ji bo kontrolkirina nirx û kalîteya wan.

Lê belê heta niha jî ji sedî 20ê dermanan bê etîket û bandrol tên firotin.

Li Herêma Kurdistanê hezar û 700 dermanxaneyên fermî û 12 hezar navendên tenduristiyê hene.

Bijîşkê Pispor ê Dermansaz Dr. Beyar Aram diyar kir ku yek ji metirsiyên din ew e ku beşek ji welatiyan ji wan reklamên ku di torên civakî de ji bo dermanan tên kirin, bawer dikin.

Her kompanya, depo û dermanxaneyek pabendê etîket û bandrola dermanan nebe dê ji 2 heta 10 milyon dînarî were cezakirin.

Rudaw

Siyaset Haberleri

Karsazên Kurd li Frankfurtê civiyan
Moskow: Kurdên ku li dijî Naziyan şer kiriye hatin bibîranîn
Îsal li Amedê çend esnafan dikanên xwe girtine?
Pirtûka ‘Fonolojiya Zazakî’ hat çapkirin
Piştîwan Sadiq: Gotûbêjên li gel Bexdayê ber bi çareseriya pirsgirêkan ve diçe