Pira dîrokî ji ber wesayîtên bargiran texrîb bûye

Pira Xanê ya li navçeya Çinarê ji ber wesayîtên bargiran zirarê dibîne. Çendî ku çûnhatina wesayîtên bargiran a di ser pirê re hatiye qedexekirin jî dîsa wesayît di ser re diçin. 

Pira Xanê ya li navçeya Çinarê ji ber wesayîtên bargiran zirarê dibîne. Çendî ku çûnhatina wesayîtên bargiran a di ser pirê re hatiye qedexekirin jî dîsa wesayît di ser re diçin. 

Navenda Gihaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 28'ê Hezîrana 2018'an de biryar girtibû ku wesayîtên bar giran di ser Pira Xanê ya 30 kîlometrey dûrî navçeya Çinar a Amedê ye, neçin û neyên. Ji bo vê jî tabela li ser pira dîrokî ya di sedsala 16'an de hatiye çêkirin hat çikandin.

 Lê belê dîsa jî wesayîtên bargiran ên wekî TIR, qamyon û mîkserên betonê di ser pirê re diçin û tên. Ajovanên weayîtên bargiran ên aydê ocaxa keviran a li Taxa Karbababayê di ser pirê re diçin û tên. Ji ber vê jî hêla çep û rastê ya pirê zirar dîtiye. Pir hindik maye hilweşe. 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?