Pira Deredoynê rûxîya

Rêveberiya Hatûçûnê ya Derbendîxanê ragihand ku ji ber barana zêde û rabûna lehiyê li sînorê navçeyên Kelar û Derbendîxanê, pira Deredoyn hilweşiya û rê bi temamî hat girtin.

Rêveberiya Hatûçûnê ya Derbendîxanê bi daxuyaniyekê ragihand: “Ji ber barana ku çend saet in berdewam e, pira Deredoyn a li ser rêya Derbendîxan – Kelarê hilweşiya û rê jî bi temamî hate girtin.”

Rêveberiya Hatûçûnê daxwazek arasteyî şofêran dike û dibêje: “Niha rêya hatûçûnê bi ti awayî tine ye û em ji welatiyan daxwaz dikin ku agahdar bin.”

Ji duh ve pêleke bihêz a baranê berê xwe daye Herêma Kurdistanê, ji ber baranê jî li beşeke deverên Kurdistanê lehî rabûye. Herwiha ji ber baran û lehiyê, li Dûkan, Kelar û Derbendîxan deriyên dibistanan hatin girtin.

(Rûdaw)

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?