Pêşmergeyekê Şorişa Îlonê Dawîn peyvên Mela Mistefa Barzanî vedigêre

Li salvegera 58 salîya serhildana Şorişa Mezin a Îlonê, pêşmergeyek behsê bîrwerîyên serdema wê şorişê dike û dawîn ferman rasparteyên Mela Mistefa Barzanî ji bo Kurdistan24 vedigêre.

Li salvegera 58 salîya serhildana Şorişa Mezin a Îlonê, pêşmergeyek behsê bîrwerîyên serdema wê şorişê dike û dawîn ferman rasparteyên Mela Mistefa Barzanî ji bo Kurdistan24 vedigêre.

Hecer Sindî, yeke ji Pêşmergeyên şorişa Îlonê, ku wê demê ji biryara û rasparteyên Mela Mistefa Barzanî, rêberê Şorişa Îlonê nêzîk bûye, bo Kurdistan24 behsa bîrewerîyên Şorişa Îlonê û fermande û rasparteyên Mela Mistefa Barzanî dike.

Ev pêşmerge, yek ji endamên wê şandê bûye, ku bo çareserîya pizîşkî li Emerîka li gel Mela Mistefa Barzanî bûye. Wek ew vedigêre, behsa dawîn peyvên Barzanî dike, ku ji hemûyan giringtir ew bûye ku gotibû: Min hemû jîyana xwe bo gelê Kurd û neteweya xwe terxan kir.. hûn hemû ewên ku hevalên min in wê evîna we bo min hebûye bidin û bixexşin gelê Kurd.

Hecer Sindî, piştî nisko ya şorişa Îlonê li sala 1975ê Kurdistanê dihêle û li Emerîka akincî dibe. Dûv re li sala 1979 bo kongireya nehema Partîya Demokrata Kurdistanê vegerîyaye û behsa wan postên serbazî û hizbî dike ku bi wî re hatîne sipartin. Dûv re li nîve ya dûyema salên heştêyan, careka din vedigere Emerîkayê û li wir jîyana xwe dibuhirîne.

K24

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da