Pêşmerge û Artêşa Iraqê navenda hevbeş ava dikin

.

Xebatên avakirina navenda hevbeş a hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê bileztir bûne û her du navendên Hewlêr û Bexdayê hatine aktîvkirin û di civîna dahatû ya her du aliyan de dê behsa vekirina navendên din were kirin.

Pêngavên vegerandina hêzên Pêşmerge bo deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatine bilezkirin û du navendên hevbeş hatine damezrandin ku yek ji wan li Bexdayê û ya din jî li Hewlêrê ye, biryar e sê navendên din jî werin damezrandin.

Cîgirê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn diyar kir ku di demeke nêz de her du lijne dê kom bibin û li ser çarenûsa navendên din ên hevbeş dê biryar bidin.

Serbest Lezgîn herwiha eşkere kir ku hemû hewldan têne kirin, da ku di demeke herî nêz de ew navend werin avakirin û hêzên Pêşmerge vegerin deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê.

Rola hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di bilezkirina rêkarên vekirina wan navendan de heye û hişyariya car din serîhildana DAIŞê didin.

Almanya jî yek ji wan welatan e ku roleke wê ya sereke di bernameya çaksaziyê de heye û alîkariya serbazî pêşkêşî hêzên Pêşmerge dike.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Almanyayê yê li Kurdistan û Iraqê diyar kir: “Hemahegiya navbera me û Wezareta Pêşmerge armanceke Almanya û Hevpeymaniya Navdewletî ye, ku ji bo wê dixebitin, piştî qonaxa şerê Pêşmerge û hêzên Iraqê li dijî DAIŞê. Niha qonaxeke din a hemahengiya me dest pê kiriye. Loma me bala xwe daye ser pişgirîkirina saziyên ser bi Wezareta Pêşmerge, beriya hemûyan jî em piştevaniya proseya çaksaziya nav Wezareta Pêşmerge dikin.”

Biryar e şanda bilind a hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê bicivin. Çend proje jî hene ku dê li ser wan gotûbêj bikin ji bo vegerandina hêzên Pêşmerge bo wan deveran.

Herwiha biryar e, navenda hemahengiya hevbeş a hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge, li Kerkûk, Diyala û Mûsilê werin avakirin, lê belê heta niha li ser avakirina navenda hemahengiyê ya Kerkûkê nakokî heye. Biryara dawî jî, bo civîna dahatû ya lijneyên her du aliyan maye.

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!