Pêşengeha 'Bi çavên zarokan Amedê' bi dawî hat

Pêşengeha zarokan a “Bi çavên Zarokan Amed” ku ji 40 berheman pêk dihat bi dawî hat.


Pêşengeha zarokan a “Bi çavên Zarokan Amed” ku ji 40 berheman pêk dihat piştî 2 rojan vekî ma bi dawî bû. 
 
Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê ya Amedê pêşengeha wêneyan a “Bi çavên zarokan Amed” di 6-7'e Tîrmehê de li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê da pêşandan. 


Pêşengeya 2 rojan vekirî ma, heta êvarî vekirî ma. Pêşengeha ku ji 40 wêneyên zarokan kişandine pêk dihat, wêneyên Mînareya Çar Ling, Pira Deh Derî, Birca Ben û Sen, Kolanên Sûrê û gelek warên dîrokî yên Amedê li pêş çavan raxist. 


Pêşengeh ji aliyê Gocvakfi ve û bi hevkariya Dilan Ok, Gulçin Şanli û tevlêbûna zarokan û fînansmana Komeleya Çanda Anadolu hat pêşandan. Wêne ji aliyê zarokên ku rewşa aboriya wan nebaş ve hatin kişandin. Pêşengeh duhî saet  di 17:00’an de bi dawî bû. 
 
 
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?