Pênc Kurdên Rojhilatê dema dixwestin derbasî Brîtanyayê bibin di nav avê de xeniqîn

.

 

Dema dixwestin ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bibin, malbateke Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ku ji jinek, mêrek û sê zarokan pêk hatibûn, belema wan wergeriya û di nav avê de xeniqîn.

Xelîl Îrannejadê, birayê yek ji qurbaniyan ji Rûdawê re got, Resûl Îrannejadê 35 salî, Şîwa Mihemed Penahî ya 25 salî, ligel Anîta 9 salî, Armînê 6 salî û Hartînê 15 mehî ku xelkê gundê Gulînê ser bi bajarê Serdeşt bûn, di Kanala navbera Fransa û Brîtanyayê de dema xwestine derbas bibin xeniqî ne.

Cîgirê Serokê Şaredariya Dunkirk, Hervé Tourmente derbarê bûyerê de ragihandiye: “Bi baweriya min, ew 5 mîl dûrî peravê bûn, lê nizanim ew belema wan çima wergeriya ye ku belem bi xwe ya nêçîra masiyan bû û ti mercekî silametiyê têde nebûye.”

Piştî vê bûyerê tedbîrên li wê kanala navbera Fransa û Brîtanyê hatine qayîmkirin û lêkolîna derbarê bûyerê de destpê kiriye. Dozgerê Dunkirkê dibêje, ev bûyer diçe qalibê tawanê kuştinê, lê tohmetbar diyar nekiriye.

Dozgerê Dunkirk, Sebastien Pieve jî dibêje:“Lêkolîneke vekirî ji aliyê zêrevanên sînor ve destpê kiriye, di karên wiha de şarezayiya wan baştir e, ji ber serpereştiya daxilbûna xelkê û mana koçberan li Fransayê dikin, derbarê vê bûyerê de ku cihê nîgeraniya me ye, dibe ev bûyerên wiha biçin qalibê tawanê nav malbat û xweêşandina ne bi xwesteka xwe.”

Rojane bi dehan koçberên daristanên Calaisê ji rewşa dijwar direvin û plana derbasbûna Brîtanyayê dideynin. Di nav belemê de 27 koçber hebûn, 15 hatine rizgarkirin û gera bi pey koçberên din de berdewam e ku li gor zanyariyên Rûdawê, 3 kesên din ên Serdeşt piştî vê bûyerê wenda ne.

Rudaw

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê