Pênc kolberên Rojhilatê Kurdistanê 10 roje winda ne

.

Pênc kolberên xelkê gundê Kuran ê ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 10 roj in winda ne û heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Xelkê gundê Kuran dibêjin; Îran û Tirkiye rê nadin li termên wan bigerin.

Malbata wan 5 kesan ji alîkariya hikûmetên Îran û Tirkiyê bêhêvî bûne, loma jin û zilam û mezin û biçûk hemû berê xwe dane deverên çiyayî, da ku li termên wan kolberan bibînin.

Ew pênc kesên winda, li sînor kolberî dikirin, lê ji ber hatina zivistan û berfê, winda bûn. Xizmên kolberan diyar dikin ku hikûmeta Îranê alîkariya wan nake û hêzên li ser sînorê Tirkiyê jî gefa gulleberdanê li wan dixwin.

Gundê Kuran, 300 mal tê de hene û zêdetirî 1000 kes lê dijîn. Pênc kolberên winda, temenên wan di navbera 18 û 37 salî de ne. Ji bo peydakirina debara rojane, li deverên dijwar ên çiyayî kolberî dikirin, lê niha çarenûsa termên wan jî ne diyar e.

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin