PDKyê sersaxî ji PAKê re xwest

.

Bi minasebeta wefata Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Birêz Feyyaz Ekmen, Berpirsê Ofîsa Peywendîyên Niştimanî (Mekteb Eleqat) ya PDKyê(Partîya Demokrat a Kurdistanê) Birêz Elî Husên û endamê Rêveberîya Ofîsa Peywendîyên Niştimanî ya PDKyê Birêz Nîzar Botanî roja 02.05.2021ê li Hewlêrê ji bo sersaxîyê seredana Ofîsa Peywendîyan a PAKê kirin.

Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustafa Özçelik, endamê Komîteya Bireveber a Navendî û Berpirsê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Birêz Orhan Kaya û endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Birêz Temo Ayas pêşewazîya heyeta PDKyê kirin.

Birêz Elî Husên li ser navê Mekteb Sîyasî ya PDKyê sersaxî ji PAKê, ji malbata Birêz Feyyaz Ekmen û ji gelê Kurdistanê re xwest.

Birêz Mustafa Özçelik spasîya xwe pêşkêşî Mekteb Sîyasî ya PDKyê û Ofîsa Peywendîyên Niştimanî ya PDKyê kir û bahsa jîyan û xebata Birêz Feyyaz Ekmen ya di doza azadîya Kurdistanê de kir û girîngîya şexsîyet û keda Birêz Feyyaz Ekmen anî ziman.

02.05.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdîstan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye
Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin