PDK û YNK ji bo asayîkirina Kerkûkê dicivin

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê û danîna Parêzgarê Kerkûkê îro li Silêmaniyê dicivin.

Jêderekî ji Polîtburoya YNKê ji K24ê re ragihand, îro şandeke PDK serdana Silêmaniyê dike û li avahiya Polîtburoya YNKê bi şandeke wê partiyê re dicive.


Wî jêderî diyar kir jî, naveroka civînê jî li ser asayîkirina rewşa Kerkûkê û danîna parêzgarekî ji bajarî re dibe.


Li gor zanyariyên K24ê, şanda PDKê bi serokatiya Peyvdarê PDKê Mehmûd Mihemed û şanda YNKê biserokatiya Endamê Polîtburoya YNKê Hakim Qadir Hemecan dibe.


Asayîkirina rewşa Kerkûkê bûye yek ji pirsên sereke yên aliyên Kurdî. Ev pirs jî bi berpirsên bilind ên Bexdayê re jî hatiye guftûgokirin.


Di wê çarçovê de, Dadgeha Federalî ya Iraqê biryara bêtawaniya Rêbwar Talebanî derxist û ji îro ve dikare bi fermî karê xwe wek Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bike û daxwaza qerebûkirina maddî û manewî bike.
 


 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?