PDK û YNK îro li ser Kerkûkê dicivin

Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser destnîşankirina parêzgarê nû yê Kerkûkê dicivin.

Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser destnîşankirina parêzgarê nû yê Kerkûkê dicivin.


Li gorî agahiyên BasNewsê, şandên bilind yên PDK û YNKê dê îro li Hewlêrê li ser destnîşankirina parêzgarê nû yê Kerkûkê bicivin.


Di civînê de dê li ser pêkanîna hikûmeta nû jî were axaftin.


Parlementerê YNKê Zikrî Zêbarî beriya niha ji BasNewsê re gotibû, PDK û YNK dê di nav du rojan de li ser pêkanîna hikûmetê û destnîşankirina parêzgarê nû yê Kerkûkê li hev bikin.
Zêbarî dabû zanîn, YNKê bo parêzgariya Kerkûkê navê du kesan daye PDKê; yek ji wan Xalid Şivanî ye û yê din jî Cemal Tahîr e.


 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?