PDK-Sê li Qoserê salvegera 19. ya Şehadeta Şêx Maxşûp Xeznewî çalakîyek li dar xist

.

Partîya Demokrat a Kurdistanê a Surî (PDK-S) şaxa Merdînê li Qoserê salvegera 19. Şehadeta Şêx Maxşûp Xeznewî ji bo bibîranîna wî çalakîyek li darxistin.

Revebirê PWK ê şaxa Merdînê beşdarî çalakîyê bûn. Şêx Maxşûp Xeznewî, 10 ê Gulanê 2005 de ji terefê rejîma Baasa Surî ve hatibû binçavkirin.

Şêx Maxşûp Xeznewî ji teref rejîma hovane hatibû eşkencekirin û 1 ê Pûşperê (Hezîran) 2005 de hatibû şehîdkirin.

Rêvebirê PDK-S ê di derbarê Şêx Maxşûp Xeznewî de kurte axaftinek kir û belavokek xwend. Dûvre bi dîmen û axaftina Şêx Maxşûp Xeznewî, vîdeoyek pêşwazî kirin.

Beşdarvanan di derbarê şehîdên Doza Azadîya Kurdistanê de axaftin kirin. Çalakî bi awakî eleqe û germ pêk hat.

Kurdistan Haberleri

PWK LI STOCKHOLMÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye