PDK-S: Ti nakokiyên aloz li pêş diyaloga Kurdî – Kurdî tune ne

.

Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) tekez dike, ti nakokiyên aloz yên nayê çareserkirin li pêş diyaloga kurdî – kurdî tune ne.

Polîtburoya PDK-Sê îro rapora xwe ya siyasî belav kir û tê de ragihand, rawestandina diyaloga yekrêziyê (Kurdî – Kurdî) ne ji ber nakokiyên aloz e. Tevî ku hin xalên nakok hene, lê nayê wê wateyê ku nayin çareserkirin. Danûstandin dê rojên bê de careke din destpê pê bikin.

Polîtburoya PDK-Sê diyar kir, tevî ku hin daxuyaniyên neberpirsyane ji aliyê din derdikevin, lê hêvî dikin ku ev diyalog bikeve xezmeta doza netewî û niştimanî û pêwîstiyên vê qonaxê.

PDK-S di beşeke din a rapora xwe de bang li aliyên pêwendîdar ên diyalogê kir ku xwe ji çêkirina bahane û astengiyan dûr bigirin, da ku di zûtirîn dem de armanca tê xwestin pêk were.

Ji heyama zedetir ji 9 mehan e, bi serperiştiya Amerîka û piştevaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdê, ENKS û PYNK danûstandinên yekrêziyê dikin û danûstandin gihîştiye qonaxa sêyemîn. Lê ji ber sedemên teknîkî ji heyama mehekê ve ye rawestiyaye.

Polîtburoya PDK-Sê diyar kir jî, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi hevalbendan hewl dide binpêkirinên tên kirin bêne rawestandin û rê ji bo vegera koçberên bûyîn Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê re bê dîtin, da ku vegerin ser cihên xwe. Di wê derbarê de jî divê lêkolîneke giştgîr bê kirin, da ku êş û azara xelkê kêm bibin û bikarin xwe bi xwe birêve bibin û grûpên çekdaran ji navenda bajarên bên derxistin.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê