PDK-S helwesta xwe ji rêkeftina MSD û partiya Qedrî Cemîl aşkere dike

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) radigihîne, rêkeftina MSD û Partiya Vîna Gel di çarçoveya hewla Rûsya ya vegerandina hemû herêmên Kurd di bin kontrola rêjîma Sûriyê de tê.

Polîtburoya PDK-Sê raporta xwe ya siyasî ya mehane belav kir û tê de ragihand, Rûsya hewl dide hemû herêm û nevçeyên Sûriyê vegerîne bin kontrola rêjîma Sûriyê. Rêkeftina dawiyê ya di navbera MSD û Partiya Vîna Gel a bi serokatiya Qedrî Cemîl de di wê çarçoveyê de ye.

Polîtburoya PDK-Sê diyar dike, armanca Rûsya ji wê rêkeftina MSD û Partiya Vîna Gel ew e, MSD beşdariyê di danûstandinên Sûrî û komîteya destûra Sûriyê de bike.

Roja 31ê Tebaxa bûrî, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Vîna Gel bi serperiştiya Wezareta Derve ya Rûsyayê, li Moskoyê muzakereyeke lihevkirinê îmze kiribû.

Di derbarê danûstandinên Kurdî – Kurdî yên di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Sûrî de, Polîtburoya PDK-Sê diyar kir, danûstandinên di navbera ENKS û PYNKê de berdewam in û di vê qonaxê de pirsa Lêvegera Kurdî tê gengeşekirin.

Da zanîn jî, gengeşekirina pirsa Girêbesta Civakî hatiye paşxistin. Herwiha di qonaxên bê de, dê pirsa Rêveberiyê û pirsine din bêne guftûgokirin.

PDK-S tekez dike, ev danûstandinên bi serperiştiya dewleteke wek Amerîka birêve diçin, gelekî girîng in, ji bo yekrêzî û yekhelwestiya aliyên Kurdî.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?