PDK-S: Êrîşa li ser Ala Kurdistanê êrîşa li ser hemû kurdan e

PDK-S: Êrîşa li ser Ala Kurdistanê êrîşa li ser hemû kurdan e

Ofîsa PDK-Sê li Hewlêrê êrîşa li ser baregeha PDKê û ala Kurdistanê li Bexdayê şermezar dike û radigihîne, tawanbaran bi êrîşî ser ala Kurdistanê, xwastin êrîşî hemû kurdan bikin.

Ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) di daxuyaniyekê de ragihand, bi sedan têkderên ser bi Heşda Şeibî ve roja 17ê Cotmehê êrîşî ser Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê kirin û ala Kurdistanê ya pîroz û wêne û sembolên Kurdistanî şewitandin. Tevî ku hejmareke mezin ji hêzên ewlehiyê yên Iraqî li nêzîkî baregehê belav bûbûn, lê ev kiryara şermezarkirî hate kirin.

PDK-Sê di daxuyaniya xwe de ragihand, “Em wek Ofîsa PDK-Sê, vî karê teroristî ya tirsnak bi tundî şermezar dikin. Tawanbaran bi êrîşî ser ala Kurdistanê, xwastin êrîşî hemû kurdan bikin.”

Herwiha got: “Ev karê tirsnak, bi armanca hilweşandina tiştên ku li Iraqê hatine avakirin û lêdana şirîkatiya mezin a kurd û netewên din li Iraqê bû ya Serok û Rêber Mesûd Barzanî  bingehên wê danîne.”

Herwiha PDK-Sê daxwaz ji desthilatên Iraqê kir, sînorekê ji grûpên çekdar ên dixwazin Iraqê têk bidin re deynin û hemû têkderan bidin dadgehan ji bo sizayên xwe werbigirin.  

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê