PDK naveroka rêkeftina xwe ya li gel YNKê belav kir

Peyvdarê partiya demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed naveroka rêkeftina navbera PDK û YNK bo raya giştî eşkere kir.Ev rêkeftin derbarê ava kirina kabîneya nû, Kerkûk û çend mijarên din de bûye.

Peyvdarê partiya demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed naveroka rêkeftina navbera PDK û YNK bo raya giştî eşkere kir.

Ev rêkeftin derbarê ava kirina kabîneya nû, Kerkûk û çend mijarên din de bûye.

Li gor Mehmûd Mihemed navroka rêkeftinê bi vê rengiye:

1-her du alê pêbendî serweriya axa Kurdistanê, berejwendiyên gelê Kurdistanê dibin û dezgehên heyî yên destûrî yên Kurdistanê diparêzin û bihêztir dikin.

2- her du alî di birêvebirin û bihêztir kirina dezgehên destûrî, siyasî û îdarî  yên Kurdistanê de û bihêztir kirina wan de hevparên rastîn dibin, bi awayekî ku îradeya gel û qanûn çavkaniya desthilatan û şerêyeta wan be.

3- bo parastina asayîn û ewlekariya Kurdistanê û bersifdana metirsî û êrîşan her du alî bi rêya hikûmeta Kurdistanê hewldanên xwe bihêztir bikin bo dubare rêkxistina hêzên pêşmerge û hêzên ewlekariya navxweyî.

4-her du alî bi tewahiya karîn û hêzên xwe ve hevkarî û piştgîriya hikûmeta Kurdistanê dikin bo cîhbicîh kirina reforman û dabîn kirina jiyaneke xweştir bo xelkê Kurdistanê. Nehêştina gendelî, berqerar kirina şafafî û cîhbicîh kirina wan pêgnavan jî lazime bi rêya amade kirina qanûnan be.

5- her du alî hevkar dibin bo ku hikûmeta Kurdistanê bernameyeke bihêz ya bo reformên îdarî li seraserê Kurdistanê amade û cîhbicîh bike.

6-her du alî hewl didin daku di gera nû ya parlementoyê de destûra Kurdistanê were amadekirin û xwestekên heyî li ser pergala siyasî ya Kurdistanê bi lihev kirin werin cîhbicîhkirin, her du alî hevkar dibib ku bi çavdêriya hikûmetê û cîhbicîh kirin û zêdetir kiriaa desthilatên lokalî, were pêk anîn.

7-heta amade kirina destûra Kurdistanê proje qanûnên nîştimanî yên girîng bi lihev kirinê werin amadekirin weke qanûna Serokatiya Kurdistanê.

8-her du alî bi rêya hikûmeta Kurdistanê hewlên xwe bo zêdetir kirina çavkaniya dahata Kurdistanê zêdetir dikin.

9-lazime her du alî hewl bidin daku aliyên têkildar sermayeyên ser erd û binerd bi awayekî şefaf bixin xizmeta welat û xelêk Kurdistanê.

10-li ser mafên nîştimanî û netewî yên gelê Kurdistanê her du alî li Bexdayê hevhelwest û yek deng dibin. Bi taybetî derbarê babeta petrol, gaz, rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê.

11- her du alî lihev kirine ku têkiliyên bi welatên cîhanî, herêmî û deverê re bi rêya saziyên fermî yên hikûmeta Kurdistanê re bin û her du alî lazime li ser pirsên cîhanî hevra û yekdeng bin.

12-her du alî pêbendî azadî û mafên pêkhateyên etnîkî û olî yên Kurdistanê dibin û derfetên zêdetir bo beşdariya wan di her warî de werin afirandin.

13-her di alî li ser vê yekê ku teror hîn jî metirsiye li ser asayîşa Kurdistanê hemfikirên lewre pêbendî hevpeymaniya navxweyî û cîhanî ya li dijî terorê dibin.

14- her du alî lihev kirine ku lazime kabîneya nû ya hikûmetê jiyaneke baştir bo xelkê û herwiha derfetên zêdetir yên karê bo xelkê biafirêne.

15-Serok û cîgirê Serokê parlementoyê hevhelwest dibin û ev yek jî rê bo karên hevbeş yên firakisyonên PDK û YNKê xweştir dike.

16-her du alî hemfirkirên ku di warê abûrî dahat û mesrefên giştî de lazime jinûve guhertin werin kirin û lazime bi rêya hikûmetê ev pêngavên han werin cîhbicîhkirin.

17-têkiliyên Kurdistanê bi rêya hikûmet û dezgehên fermî yên qanûnî werin danîn.

  1. Lazime di nava nuneratî û dezgehên hikûmetê yên derveya welat û şandên hikûmetê yên bo derveya welatê hevsengî were parastin.
  2. B-di gera nû ya parlementoyê de wenêrîn bo têkiliyên Kurdistênê were kirin bi awayek ku wezîrek taybet bi têkiliyan jî hebe.

18-her du alî bihevbeşî weke yek tîm kar bo çareser kirina rewşa sepandî ya Kerkûk û deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê dikin.

18-pêbend bûna her du aliyan bi vê rêkeftinê bo piştgîrî kirina hikûmeta Kurdistanê erkê her du aliyan e.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye