PDK: Eger YNK neyê alternatîfên me hene

.

Heyetên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê civiyan.

Beriya civînê Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Ehmed Kanî peyamên zelal dan û got, "Wezareta Karên Navxwe ya PDKyê ye û nuqte."

Li gorî zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şandeyên PDK û YNKê li mala Qubad Talebanî ya li Hewlêrê civiyan û civîna aliyan dostane bûye.

Civîn ne fermî bû û her du alî li ser xwarina êvarê li hev rûniştin.

Endamên Mekteba Siyasî ya PDKyê Hoşyar Zêbarî, Piştiwan Sadiq û Elî Husên bûn mêhvanê Qubad Talebanî.

Ji aliyê YNKê ve jî Qubad Talebanî û Endamê Mekteba Siyasî Derbaz Kosret Resûl amade bûn.

Ehmed Kanî: Wezareta Karên Navxwe ya PDKyê ye

Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Ehmed Kanî beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser pêkhateya hikûmetê agahî dan.

Kanî bi zelalî ragihand ku Wezareta Karên Navxwe ji bo PDKyê xeta sor e û got,"Pêwîst e Wezareta Karên Navxwe li cem PDKyê be nuqte. Pêwîst nake em bikevin hûrgiliyan."

Ehmed Kanî diyar kir ku eger ev xal were zelalkirin, dibe ku piraniya pirsgirêkên din çareser bibin.

"Pêwîst e YNK li gorî dengên xwe daxwazan bike"

Bepirsê PDKyê destnîşan kir ku xwesteka wan a yekem avakirina hikûmetê li gel YNKyê ye.

Kanî anî zimên ku dîroka pêkvejiyana her du partiyan destkeftiyên mezin ji Kurdistanê re anîne û got: "Divê YNK jî were pêş û daxwazên xwe kêm bike. Nabe partiyek li ser tiştên ku ne heqê wê ne û li derveyî encamên hilbijartinê ne israr bike.

Di siyasetê de çare namirin. Eger YNK neyê alternatîf hene. Heta alternatîfa dubarekirina hilbijartinan jî heye."

Her wiha Kanî da zanîn ku hinek aliyên din hene ku berê digotin ew beşdarî hikûmetê nabin, niha nêta wan heye ku beşdarî hikûmetê bibin.

Gefa navneteweyî û postên Bexdayê

Ehmed Kanî mikur hat ku dost û hevpeymanên wan ji ber derengketina hikûmetê dilgiran in û got:

"Dostên me dixwazin mala Kurd yek be lê ew jî dizanin nabe miameleya li gel partiyeke ku 100 deng anîne û partiyeke ku 40 deng anîne wekî hev be. Ev bêedaletî ye."

Kanî li ser posta Serokkomariya Îraqê axivî û teqez kir ku ew naxwazin dosyayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û postên Bexdayê tevlîhev bikin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir
Graham hişyarî da Şamê: Eger hûn êrişî Kurdan bikin em dê Cezayên Sezar vegerînin
Navenda Diyalog bo Hevkarî: Komara îslamî cinayetan li dijî mirovahiyê dike
Milîsên ser bi rêjîma Îranê li kuştin û tepeserkirina xwenîşanderan de rol hebûne
Mensûr li ser biryarnameya Şer got: ‘Sedam Hisên û Beşar Esed jî nêzîkatiyeke wiha nîşan dabû’