Pasdarên Îranê kolberek kuştin!

Li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê, di êrişa pasdarên Îranê de kolberek hat kuştin û komek kolber jî birîndar bûn.


Li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê, di êrişa pasdarên Îranê de kolberek hat kuştin û komek kolber jî birîndar bûn.
Îro danê sibê pasdarên Îranê li devera Dolebî ya Serdeştê komek kolber dan ber fîşekan.


Li gorî agahiyên Hengawê, di encama wê êrişê de kolberek bi navê Biryac Îbrahîmzade hat kuştin. Heta niha nasnameya kolberên birîndar nehatiye zanîn.


Tê gotin, par jî birayê wî kolberê ku îro hatiye kuştin, bi navê Nasir Îbrahîmzade li heman cihî hatibû kuştin.
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?