Pasdaran du welatiyên Belûç kuştin!

Bi behaneya qaçaxçîtiyê!

Li bajarê Kirman yê Îranê, di êrişa pasdaran de herî kêm 2 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.


Saziya bi navê “Kempêna Aktîvîstên Belûç”, ku saziyeka sivîl e û daxwaza mafên welatiyên Belûç li Îranê dike, daye zanîn, derengiya şeva borî pasdarên Îranê otomobîleka welatiyên Belûç, bi behaneya ku barên qaçax dibin, dan ber fîşekan.


Li gorî agahiyên wê saziyê, di encama wê êrişê de otomobîla wan li du otomobîlên ket û di wê rûdanê de herî kêm 2 kes hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.


Duh jî li heman deverê du welatiyên Belûç bi heman sebebê ji aliyê pasdaran ve hatibûn kuştin.
 
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?