Partiyên Rêveberiya Xweser kiryarên Tirkiyê şermezar kirin

Li Rojavayê Kurdistanê, di derbarê gef û destwerdana Hikûmeta Tirkiyê li dijî deskeftiyên li herêmê û girtina Kurdên Bakurê Kurdistanê yên ku bi hinceta piştgiriya Kobanî hatin girtin, partiyên Rêveberiya Xweser civiyan û di civîneke rojnamevanî de ew kir

Partî û aliyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê di civîneke rojnamevanî de operasyonên girtina endam, alîgir û parlamenterên berê yên HDPê şermezar kirin. Lê berî lidarxisitna konferansa rojnamevanî, wan partiyan civîneke taybet encam dan û têde metirsiya Tirkiyê bi ser pêkhateyên Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Rejîma Tirk li ser berdewama sûcên qirkirin û înkara bimetod li dijî gelê Bakurê Kurdistanê bê ferq û cudatiyê bi israr e. Ev rejîm hemleyeke bimetod pêk tîne, da ku girtinên bêserûber li dijî her kesê ku piştevanî û alîkariya Kobanî ya sembola berxwedanê ji tevahî cîhanê re kiriye, pêk bîne.Ev sûc heman sûcên li Başûrê Kurdistanê bi rêya hedefgirtina gund û sivîlan bi hincetên derew pêk tên.”

Roja 25ê vê mehê li ser biryara Dozgeriya Komarî ya Enqerê û derbarê bûyerên Kobanî yên sala 2014an de, li heft bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji girtina 82 kesan operasyoneke mezin ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hat destpêkirin.

Çendîn serkirde û berpirsên niha û berê yên HDPê di nava wan kesan de ne ku daxwaza girtina wan hat kirin.

Partî û aliyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê di destnîşan kir, kiryarên dewleta Tirkiyê ên li dijî siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê red dikin.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye