Parlementoya Kurdistanê yaseyek derbarê Êzdîyan da amade kir

Duhê pêncşemê 11/7/2019, Parlemantoya Kurdistanê projeyaseyek derbarê êzdîyan da amade kir bo hikûmeta Bexdayê qerebûya kurdên êzdî bike.

 Duhê pêncşemê 11/7/2019, Parlemantoya Kurdistanê projeyaseyek derbarê êzdiyan da amade kir bo hikûmeta Bexdayê qerebûya kurdên êzdî bike.
Berdevkê Frakisyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Kurdistanê Pêşewa Hewramanî, naveroka pêşnyazyasaya derbarê êzdiyan da aşkere kir û da zanîn ku ew pêşniyazyasaya hemû fraksiyonên parlementoyê ne.
Hewramanî derbarê pêşnyazyasayê da wiha axivî: “Madeyek ji wê yasayê ew e ku her roja 3ya Tebaxê weke roja komkujîya kurdên Êzdî bihê naskirin.”
Herwiha di yasayê da pêşniyaz hatiye kirin ku Bexda kurdên êzdî ji ber komkujîya rêxistina terorîst a DAIŞê bihêne qerebûkirin.
Herwiha di pêşniyazyasayê da hatiye zanîn ku şehîdên tevkujiya DAIŞê û malbatên û kesên heta niha aqûbeta wan nayên zanîn ji aliyê Wezareta Şehîd û Enfalê va bihêne tomarkirin û ji xizm û malbatên wan ji mafên şehîd û enfalkiriyan bihêne sûdmendkirin.
Ligor peyrewên parlementoyê her projeyasayek pêwîstî bi sê civînên perlemento heye bo bihê pesendkirin. Biryar wiha ye heta roja 03/08/2019an ev projeyasa ya derbarê kurdên êzdî da ji aliyê Parlementoya Kurdistanê bihê pesendkirin.

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!