Parlementoya Kurdistanê ji ber Koronayê civînê xwe da sekinandin

.

Berpirsê medyaya parlementoya Kurdistanê ragihand, ji ber pêketina gelek karmend û endamên parlementoyê, civînên parlementoyê hatine sekinandin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, heta niha zêdetirî 50 karmend û endamên parlementoya Kurdistanê bi Koronayê ketine. Ji ber wê jî civînên parlementoyê hatine sekinandin.

Berpirsê medyaya parlementoya Kurdistnaê, Saman Ehmed Bekir li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, bi fermana serokatiya parlementoyê civînên parlementoyê hatine sekinandin.

Saman Ehmed Bekir her wiha got, ew biryar ji ber belavbûna vîrusa Koronayê li nav karmend û endamên parlementoyê de hatiye dayîn û dê heta niviya vê mehê bidome. Lê komîsyon karên xwe dikin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?