Parlementerên Kurdistanê nameyek ji Angela Merkel re şandin

Parlementerekî Kurdistanê ragihand, zêdetirî 30 parlementerên Kurdistanê nameyek ji serokwezîra Almanya Angela Merkel re şandin û nerazîbûna xwe li hember gotinên Merkel li ser “dewleta kurdî” nîşan dan.

Parlementerekî Kurdistanê ragihand, zêdetirî 30 parlementerên Kurdistanê nameyek ji serokwezîra Almanya Angela Merkel re şandin û nerazîbûna xwe li hember gotinên Merkel li ser “dewleta kurdî” nîşan dan.

Meha borî serokwezîra Almanya Angela Merkel di bersiva pirsekê de di derbarê  dewleta Kurdî gotibû, dewleta Kurdî dê bibe sebeba alozbûna Rojhilata Navîn ji ber wê jî Almanya piştevaniya wê yekê nake.

Gotinên Merkel rastî nerazîbûna kurdan hatibû.

Li gorî agahiyên BasNewsê, derdora 30 parlementerên Kurdistanê jî nerazîbûna xwe li hember vê yekê nîşan dan.

Li ser vê mijarê, parlementerê Kurdistanê û endamê komîsyona pêwendiyan û diyaspora Kurdistanî, Karwan Gezneyî ji BasNewsê re got, em îro bi cîgira konsûlê giştî yê Almanya li Hewlêrê re civiyan û me nameyek da wê da ku bide serokwezîra Almanya Angela Merkel.

Li ser naveroka nameyê jî Karwan Gezneyî got, me di nameyê de nerazîbûna xwe li hember wan gotinên Merkel nîşan daye û daxwaz ji wê kiriye çawa di şerê DAIŞê de alîkariya Kurdistanê kir, bila wisa jî piştevaniya mafên rewa yên gelê Kurdistanê bike.


 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan