Parlementerekî kurd yê Ermenistanê bang li kurdan kir piştevaniya Ermeniyan bikin

Parlementerekî kurd yê Ermenistanê bang li kurdan dike, li hember êrişên Tirkiye û Azerbaycanê li dijî Ermeniyan, piştevaniya Ermenistan û Ermeniyan bikin.

Ev çend roj in di navbera Ermenistan-Qerebax û Azerbaycanê de şerekî giran derketiye. Heta niha ji her du aliyan gelek kuştî û birîndar hene. Tê gotin ku Tirkiyê gelek çekdarên radîkal û terorsît şandiye Azerbaycanê da ku li dijî Ermeniyan şer bike.

Li ser vê mijarê, parlementerê kurd yê Ermenistanê Kinyaz Hesenov bi rêka malpera Ermenpress bang li kurdên Bakûr, Rojava û Başûrê Kurdistanê kiriye li hember dijminatî û êrişên Tirkiye û Azerbaycanê, piştevaniya Ermeniyan û Ermenistanê bikin.

Kinyaz Hesenov diyar kiriye ku Tirkiye rojane komkujiyê li dijî kurdan dike ji ber wê jî bila tevahiya kurdan êrişên Tirkiye û Azerbaycanê li dijî Ermeniyan şermezar bikin û pişta wan bigirin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?