Parlamentoya Kurdistanê hejmara kuştî û birîndarên xwepêşandanên li Silêmanî û Helebceyê aşkere kir

.

Serokê Komîteya Navxwe û Asayiş û Encûmenên Xwecihî li Parlamentoya Kurditsanê ragihand, di xwepêşandanên vê dawiyê yên li sînorî herdu parêzgehên Silêmanî û Helebceyê de, beta niha 10 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 70 kesan jî birîndar bûne.

Şaxewan Reûf, Serokê Komîteya Navxwe û Asayiş û Encûmenên Xwecihî li Parlamentoya Kurditsanê ji Rûdawê re ragihand: “Ji roja şemiya bihorî ve hin xwepêşandan û kombûn li Raniye û Kelar û Germiyanê hebûne, lê li gor rojên din aramtir bûye.”

Şaxewan Reûf diyar kiriye, di xwepêşandanên doh de hejmarek kes ji ber bikaranbîna gaza rondikrêj birîndar bûne, û birîndariya wan bi sedema fîşekan nebûye.

Serokê Komîteya Navxwe û Asayiş û Encûmenên Xwecihî li Parlamentoya Kurditsanê, amara dawîn a qurbaniyên xwepêşandanên çend rojên derbasbûyî  li sînorê Silêmanî û Helebceyê aşkere kir û got, “Di xwepêşandanên sînorê parêzgehên Silêmanî û Helebceyê de heta niha 10 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 70 kesan jî birîndar bûne.”

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?