Parlamentoya Kurdistanê bersivên serokwezîr û hikûmetê pesend kirin

Parlamentoya Kurdistanê bersivên serokwezîr û hikûmetê pesend kirin

 

Parlementoya Kurdistanê di rûniştina îro 27ê Cotmehê de, bi dengên 82 parlementeran, bersivên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên derbarê çaksaziyan de pesend kir.

Di civînê de çend mijar hatin gotûbêjkirin, ji wan pêşkêşkirina pêşniyara yasaya "parastina tora bingehên av û avrêjê li Herêma Kurdistanê". Herwiha pêşniyara yasaya "rêvebirin û parastina avê li Herêma Kurdistanê û gotûbêjkirina mijara danîna endamê parlementoyê "Umer Ebdullah Fetah" li Lijneya Darayî û Karûbarên Aborî li gor madeyên 28 û 34 ên di peyrewa navxwe ya Parlementoya Kurdistanê de.

Mijareke din a rûniştina Parlementoya Kurdistanê, li ser gotûbêjkirina wan bersivan bû ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di roja 5ê Cotmeha 2020an de bersiv dabû pirsên parlementeran.

Di dawiya gotûbêjkirina vê mijarê de, bi dengên 82 parlementerên Kurdistanê, bersivên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî û Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêmê hat pesendkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye