Li Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) cara yekem "Xeleka Parlamenterên Kurd" civiya.
Parlamenterên ku ji partiyên siyasî yên cuda ne, ji bo pirsgirêk û xema Kurdan hatin cem hev.
Almanya mazûvaniya dîasporaya herî mezin a Kurdan dike û parlamenterên Kurd dixwazin bibin dengekî bihêz ê miletê Kurd.
“Em dixwazin nasnameya Kurdan diyartir bibe”
Parlamentera Partiya Çep a Almanyayê Gokay Akbulut diyar kir, "Em dixwazin nasnameya Kurdan diyartir bibe.
Em berdewamî rûbirûyê nijadperestiya li dijî Kurdan dibin ku mixabin li cîhanê heye.
Em dixwazin ku yan, komele, rêxistin û destpêşxeriyên Kurdan li hemû astan (şaredarî, herêmî, federalî û heta bigihîje asta Ewropayê) bên bihêzkirin."
Di heman demê de rewşa navneteweyî jî girîng e; rewşa Kurdan li Sûriye, Tirkiye û Îraqê hîn jî aloz e û li Îranê jî salvegera xwepêşandanên Jîna Emînî ye.
Gelek kes hêvî dikin ku Almanya bibe xwedî dengekî bihêztir û li navendên biryardayînê behsa nîgeraniyên Kurdan bike.
“Em li Parlamentoya Almanyayê dengê Kurdistanê ne”
Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Serdar Yuksel jî anî zimên:
“Divê Kurdên li vê derê, me wekî balyozên xwe yên li Bundestaga Almanyayê bibînin.
Em li Parlamentoya Almanyayê dengê Kurdistanê ne. Girîng e ku nîgeraniyên me yên siyaseta navxwe û derve bigihîjin me.
Piştre em ê li vê derê bi hikûmeta xwe re li ser mijarên girîng biaxivin, ji ber ku Kurd di bin zextê de ne.
Em astengiyên jeopolîtîk dibînin, pêdiviya Kurdan bi dostên pêbawer ên li hemû cîhanê, bi taybetî jî li dilê Ewropayê, li Almanyayê heye. Em ji bo Kurdan ew dostên pêbawer in.”
Armancên komê
Armanca komê ew e ku bi hev re rûbirûyê wan astengiyên ku Kurdên dîasporayê rojane pê re rû bi rû dimînin, bibin.
Her wiha, ew dixwazin pêwendiyên dîplomatîk ên navbera Almanya û Kurdan bihêz bikin, kar ji bo hêsankirina vîzeyê û anîna karkerên jêhatî bo Almanyayê bikin û rêxistinên Kurdan bihêz bikin.
Balyoza Aştî û Demokrasiyê ya li Almanyayê û Seroka rêxistineke têkoşîna li dijî nijadperestiyê Serpîl Temîz Unvarê destnîşan kir ku hejmara Kurdan li Ewropayê gelek e û divê ji bo pêşketina wan zêdetir kar bê kirin û got, "Divê bê zanîn ku em kî ne, em çi dikin û me heta niha çi kiriye."