Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî bi nexweşiya koronayê koça dawî kir

.

Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ji ber nexweşiya koronayê (Covid-19) koça dawî kir.

Qaymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji Kurdistan24ê re ragihand: “Firset Sofî ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest da.”

Rêveberê Ofîsa Parêzgarê Hewlêrê roja 20ê Cotmehê ragihandibû ku piştî pişkinînê derketiye holê ku Firste Sofî bi koronayê ketiye.

Firset Sofî namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 12 Îlona 2019an de weke Parêzgarê Hewlêrê hatibû hilbijartin.

Hewlêr ji sala 1923an ve bûye parêzgeh û Firset Sofî 41emîn parêzgar bû.

Firset Sofî kî ye:

- Di sala 1978an de li Çomanê jidayîk bû.

- Xwedan dîplomaya doktorayê bû di hiqûqê de.

- Endamê dora çarem a Parlementoya Kurdistanê bû.

- Endamê Desteya Şêwirmendiya Yasayî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê bû.

- Endamê Lijneya Nivîsandina Destûra Herêma Kurdistanê bû.

- Endamê Lijneya Bilind a Çaksaziyê bû.

- Serokê Lijneya Demkî ya Peyrewa Navxwe ya Parlementoya Kurdistanê bû.

 

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir