Parêzgarê Hatayê: Endamekî PKKê xwe teqand

Parêzgarê Hatayê: Endamekî PKKê xwe teqand

Parêzgarê Hatayê diyar kir ku teqîna şevê bûrî ji encama êrîşeke esmanî li ser 2 gumanbarên PKKê bû ku piştre yekî ji wan xwe teqandiye.

Li navçeya Îskenderûn a Hatayê şeva bûrî teqînek rû da û di encamê de çend welatî birîndar bûbûn.

Parêzgarê Hatayê Rehmî Dogan got: "PKK êdî bi temamî ji çiyayê Amanosê derketiye. Berê 150 heta 200 PKK'yî lê hebûn."

Dogan ji rojnamegeran re ragihand, hêzên îstîxbaratê cihê 2 endamên PKK dîtin û di demjimêr 11:00'an de ji aliyê Hêzên esmanî ve rastî êrîşê hatin.

Parêzgarê Hatayê operasyon û êrîş wiha vegot û diyar kir, her du endamên PKKê yên daketine Eskenderonê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve rastî êrîşê hatin û reviyan. Di qonaxa yekem de şerekî kurt li xala pişkinînêya Payasê çê bû û piştî hînga hêzên ewledarîyê ew şopandin û yekî ji wan xwe teqand. Piştre jî yê duyemîn hate girtin.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyanî belav nekirine.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?