Papa li Vatîkanê ji kurdên êzîdî re dua kir

.

Papayê Vatîkanê di merasîma Kirîsmasê de ji bo xelkê Iraqê dua kir û ji Xweda daxwaz kir ku Kurdên Êzîdî rizgar bibin.

Papa Fransîsê Duyem duhî (25 Kanûna 2020) ji bo başbûna rewşa xirab a Iraq, Sûriye, Lîbya, Yemen û Rojhilata Navîn bi giştî dua kir.

Papayê Vatîkanê di duaya xwe de got: “Em li zarokên cîhanê binêrin, bi taybetî zarokên Sûriye, Iraq û Yemen ku hê jî baca giran a şer didin. Hêvî dikim rûyên wan zarokan wijdana wan kesên duayên wan ên baş hene, bilebitîne û sedema serîhildana şer û kêşeyên welatên xwe çareser bikin.”

Derbarê Iraq û Kurdên Êzidî de Papa Fransîsê Duyem got: “Ez hêvî dikim xelkê Iraqê jî rizgar bibin, ewên ku hewla lihevkirin û aştiyê didin, bi taybetî Êzîdî ku di çend salên borî de ji ber şer êş û jan dîtine.”

Papayê Vatîkanê dê meha Adara 2021 serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Serdana Papa di demekê de ye ku di 19ê Sibata 2020an de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Vatîkanê ligel Papa Fransîs civiya û rewşa Iraq û herêmê û rewşa pêkvejiyana olî û netewî, rewşa krîstiyanên Iraqê û Herêma Kurdistanê gotûbêj kiribûn.

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin