PAK:Em Cejna Çarşema Sor a xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî Pîroz dikin

.

"Em Cejna Çarşema Sor a xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî Pîroz dikin

Cejna Çarşema Sor cejna herî mezin a Kurdên Êzidî ye.

Kurdên Êzidî jê bawer dikin ku li gorî salnameya berê, di çarşema yekem ya meha nîsanê de avabûna gerdûnê temam bûye û jîyan destpêbûye. Ji ber vê jî vê rojê wek Cejna Çarşema Sor , wek Cejna Sersalê pîroz dikin.

Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî xwedîyê taybetmendiyeke dînî, kulturî, civakî û dîrokî ye.

Di dîroka xwe de xuşk û birayên me yên Kurdên Êzîdî ji ber nasnameya xwe ya olî û neteweyî tûşî gelek qetlîam û êrîş û karesatan bûne, lê wan tu carî dest ji zimanê Kurdî, dest ji nasnameya xwe ya olî, kulturî û Kurdayetiyê bernedane.

Di Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzîdî da em bangî hemû Kurdênû Kurdistanîyên li cîhanê dikîn ku li himberî zilm û neheqî û êrîşên li ser Kurdên Êzidî helwestê bigirin û rê jî nedin ku tu aliyek xwe li ser wan de bisepînin.

Em di wê bawerîyê de ne ku Parlamento, Serokatî , Hikûmet û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê ji bo birînên xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî bêne alandin dê biryarên teybet bigirin. Herweha dê di bin desthilatî û serwerîya Rêvberîya Herêm Kurdistanê de hemû nirx û mafên olî, kultirî û xwe îdare kirina herêmî ya Kurdên Êzidî biparêzin, pêşde bibin û bixin bin garantîyê.

Em bi hest û bîr û bawerî û hişmendîya xwe ya neteweyî û niştimanî Cejna Çarşema Sor, Cejna Sersalê ya xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî pîroz dikin."

14.04.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?