PAK û PSKê li Enqereyê hevdîtin pêk anîn

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîgirên Serokê Giştî yê PSKyê Celal Yildiz û Hasan Tuzcu, Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gül îro li Enqereyê, di derbarê doza girtina PAK, PSK û partîyên Kurdistanî de hinek hevdîtin pêk anîn.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîgirên Serokê Giştî yê PSKyê Celal Yildiz  û Hasan Tuzcu, Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gül roja 27.05.2019an li Enqereyê, di derbarê doza girtina PAK, PSK û partîyên Kurdistanî de hinek hevdîtin pêk anîn.

Heyeta PAK û PSKyê ewil li gel Serokê Giştî yê Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan(İHD) Öztürk Türkdoğan, Paşê jî li gel Hevserokê KESKê Mehmet Bozgeyîk û rêvebirin KESKê  hevdîtin pêk anîn.

Piştî nîvro jî Heyeta PSK û PAKê li Delegasyona Yekitîya Ewrûpayê ya li Tirkîyeyê, li gel Şêwirmendê Sîyasî Vincent-Guillamaume Poupeau û Sema Kiliçer hevdîtin pêk anîn. Hevdîtinên heyeta PAK û PSKyê bi hevdîtinên HDP  û CHPyê berdewam bû.

Li Navenda Giştî ya HDPyê Hevseroka HDPyê Pervin Buldan, li Navenda Giştî ya CHPyê Cîhgirê Serokê Giştî yê CHPyê Oğuz  Kaan Salici pêşewazîya heyeta PAK û PSKyê kirin.

Heyeta PAK û PSKyê di hemû hevdîtinan de di derbarê doza daxistina(girtina) PAK û PSKyê de agahdarî dan alîyên peywendîdar û piştgirîya wan xwestin.

Her weha heyeta PAK û PSKyê di van hevdîtinan de dosyayeke ku ji îdîanameya doza girtinê û ji daxuyanîya hevbeş ya PSK û PAKê pêk hatîbû ku bi kurdî, tirkî û îngilîzî hatibû amadekirin teslîmî alîyan kirin. 

Heyeta PAK û PSKyê roja 28.05.2019an li gel Sefareta Almanyayê, Navenda Giştî ya TMMOB(Yekitîya Komeleyên Mîmar û Mihendîsan) û Navenda Giştî ya Komeleya Haci Bektaşî Welî hevdîtinan pêk bînin.

PSK û PAKê ji bo hevdîtinê ji AKP, Saadet Partisi, Sefareta Emerîkayê û Sefareta Fransayê jî daxwaza hevdîtinê kiriyê. heta nuha ne dîyar e dê kengî ev hevdîtin pêk bên.

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!