PAK: Rêvebir û endamên HDPyê yên hatine binçav kirin divê serbest bêne berdan

PAK: Rêvebir û endamên HDPyê yên hatine binçav kirin divê serbest bêne berdan

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyek operasyona ku ji endam û rêvebirên HDPê re hatiye kirin şermezar kir û got: Rêvebir û endamên HDPyê yên ku bi awayekî bêhiqûqî hatine binçav kirin divê serbest bêne berdan.

Daxuyaniya PAKê wiha ye:

“Rêvebir û endamên HDPyê yên hatine binçav kirin divê serbest bêne berdan

Desthilatdarîya ku li ser şirîkatîya AKP û MHPyê hatîye ava kirin, di kiryarên xwe yên bêhiqûqîyê û yên keyfîyetê de berdewam in.Em her roj dibin şahidê bi dehan kiryarên bi vî rengî.

Nuha jî bi dehan rêvebir û endamên HDPyê bi hinek îthamên ku jiber bûyerên 6 sal berê hatine binçav kirin.

Partîya me ji damezrandina xwe ve heta îro, her li dijî şîdet û tûnd û tûjîyê derketîye û her mafê azadîya fikir, xebat û sîyaseta ku ji şîdet û tûnd û tûjîyê dûr e parastîye.

Bi vê hişmendîyê em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku, dev ji binpê kirinên bêhiqûqî yên di derbarê mafê azadîya ramanî û azadîya xebata sîyasî û rêxistinî berde; dev ji van binçav kirin û girtin û hefs kirinan berde. Dewleta Tirkîyeyê divê li gorî hiqûqa nevnetewî tevbigere, ku Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê jî hiqûqa nevnetewî wek merciîyeteke li ser xwe qebûl kirîye. Ev kiryarên bêhiqûqi divê bidawî bên.

Rêvebir û endamên HDPyê yên ku bi awayekî bêhiqûqî hatine binçav kirin divê serbest bêne berdan.”

28.09.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?