PAK li Batmanê Şêx Seîd û hevalên wî Bibîranî

Rêvebirîya Batmanê ya PAKê 29.06.2019 an de li Şaxa Batmanê ya PAKê Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn.


Rêvebirîya Batmanê ya PAKê 29.06.2019 an de li Şaxa Batmanê ya PAKê Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn.
Di bîranînê de rêveber, endam û dostên PAKê cih girtin.


Serokê PAKê ya Batmanê Aziz Özdemir bixêr hatin da mevanan û jibo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo Şêx Seîd û hevalên wî  rêz hate girtin û sirûda netewî(Ey Reqîb) hat xwendin.Pİştî rêzgirtinê Aziz Özdemir got: Tevî Şêx Seîd û 47 hevalên  wî  424 kes ji alî “İstiklal Mahkemeleri” ve hat darvekirin û bi hezaran kes bê dadgeh bê sûc û cîhne cuda cuda de bi heman sebebê bi plankirî ji ali eskeran ve hatin kuştin.Dewleta Tirk îro jî wekî 94 sal berê pirsa Kurd wekî pirsa “rêgir,çete û teror” nîşan dide ,Kurdistan kirîye serbazgeh û millitarîzmê roj bi roj xurtir dike û  li dijî azadîya gel  li her çar parçê Kurdistanê erîşa dibe ,gefan li wan dike.”Di salvegera 94êmin de soz didin ku emê rê û rêbaza wan bernedin ,heta bi destxistina  wan armancên netewî,emê kar û xebata xwe bidomînin.”


Paşî daxuyanîya PAKê ji alîyê serokê PAK a Şaxa Batmanê Aziz Özdemir  ve hat xwendin.


Teksta daxuyaniyê li jêr e:


Şêx Seîd û hevalên xwe, ji aliyê dadgeheke korsan ve bi şêweyeke bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezaya îdamê hatin cezakirin û li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.
Dewleta Tirkîyê heta niha jî cîhê mezelê Şêx Seîd û hevalên wî aşkere nekirîye.


Dewleta Tirkîyê, divê ji ber van darvekirinan ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze û cîhê mezelên nemiran aşkere bike.
Doza ku Şêx Seîd û hevalên xwe li ber wê jiyana xwe feda kirine, bi şehadeta sedhezaran nevîyên Şêx Seîd, bi xebat û têkoşîneke welatperwerane, îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam e.
Şêx Seîd û hemû şehîdên doza azadîya Kurdistanê, weke 50 milyon Kurdên cîhanê û hemû Kurdistanîyan, li hêvîya  azadî û serxwebûna Kurdistanê ne.


Her destkeftin û statuteyeke sîyasî ya li her perçeyekî Kurdistanê dê ruhê şehîdên me şad bike.
Di 94emîn salvegera darvekirina wan de em Şêx Seîd û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.
Piştî daxuyanîyê Mele İmadeddîn Yetîz Helbestek ku wî nivîsî bu "Li Ser Hereketa Azadî  û qehremanên Kurdistanê” xwend.


Paşi Dengbêj Salihê Qubînî kilama ku li ser Şêx Seîd hatîye gotin bi navê “Mîrê min " sitirî.
Bername bi belgefilmê “Dîroka Tevgera Azadî û Şêx Seîd” bi hestîyar û bi awayeke berhemdar bi dawî bu.
 

Kurdîstan Haberleri

Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)