PAK-Ewropa spasiya Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau kir

.

PAK-Ewropa spasiya Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau kir

Peyama PAK-Ewropa wiha ye:

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau bi peyameke vîdyoyî Newroz pîroz kir

Serokwezîrê Kanadayê bi zimanê Kurdî Newroz li hemû gelên cîhanê pîroz kir û got, “Hemû rojên we Newroz û Newroza we pîroz be.”. Herweha di dawîya axaftina xwe de dîsa bi Kurdî got ”Newroz pîroz be”.

Li ser vê jesta Newrozê ya serokwezîrê Kanadayê Justin Trudau Seroka PAK Ewropa Seval Mert bi nameyekê spasî wî kir û weha nivisand:

”Me mesaja we ya pîrozbahîya Cejna Newroza 2021 an guh lê girt û xwend, em gelek pê kêfxweş bûn û em helwesta we ya mirovahîyê, bi nirx û rûmetek mezin teqdîr dikin.

Em mesaja we, wek mesajek piştgiriya tekoşîna kurdan ya ji bo azadî, aştî û demokrasiyê dinirxînin.

Em hêvî dikin Newroz 2021 ji kurdan û gelên herêmê re azadî, aşitî û aramî bîne.

Xweşî û silametî bo we bîne!”

Seval Mert

Seroka PAK-EWROPA

Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê/PAK Ewropa

Nameya ji bo Honorable Justin Trudeau 

BITÎKNE: : Serokwezîrê Kanadayê cejna Newrozê li gelê kurd pîroz kir

Kurdîstan Haberleri

Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand