PAK: Em şehîdên şewata Sînemaya Amûdê jibîr nakin

.

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)

"Di roja 13.11.1960an de ji bo alîkarîya Şoreşa Cezayirê, li Rojavayê Kurdistanê rêveberên bajarê Amûdê yê rejîma Beasê li gor biryara Dewleta Sûrîyê, hemû xwendekarên dibistanên seretayî mecbûr dikin da ku biçin sînemayê li fîlmê ”Cerîmet Nisif el Leyl” (Cerîmeya Nîvê Şevê) temaşe bikin. Salona ku ji bo 200 kesî ye nêzîkî 500 zarokên kurdan tê de bi cih dikin. Piştî ku hemû zarok dikevin hundurê sînemayê, eskerên Sûrîyê derî digrin û agir bi sînemayê dikeve. Dema ku zarok şewateyê dibînin yekser berê xwe didin derîyê derketinê. Lê mixabin derî ji derve de hatine girtin û dengê zarokan û pêtên agirê sînemayê bi ax û fîgan berbi asîmanê ve dihere.

Di vê karesatê de ku bi navê ”Agirê Sînema Amûdê” tê zanîn, 283 zarokên kurdan dişewitin. Di vê bûyerê de rola qehremanê kurd Mihemedê Seîd Axayê Deqorî pir giring e ku wî gelek zarok ji vê şewatê xelas kirine.

Em di 60emîn salvegera vê bûyera ku li Amûdê di dilê her kurdekî de birîneke kûr hêlaye, van şehîdên temenbiçûk bi bîr tînin.”

13.11.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?