PAK: Em Qetlîama ku 5 sal berê li ber îstasyona Tirênê ya Enqereyê hate li dar xistin rûreş dikin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Bi daxuyaniyek kesên ku li ber Îstasyona Tirênê ya Enqereyê jiyana xwe dest dabûn bibîr anî û qesas û piştgirên qetlîamê rûreş kir.

Di Daxuyaniya PAKê de wiha hat gotin:


5 sal berê, di roja 10.10.2015ê de, li ber Îstasyona Tirênê ya Enqereyê terorîstekî xwekuj, di nav girseya ku xwepêşandan dikir de bombe teqand û di encamê de 101 mirov hatin qetil kirin, bi sedan ke jî birîndar bibûn.

Em di 5emîn salvegera vê qetlîamê de qesas û piştgirên vê qetlîamê careke din jî rûreş dikin.

Ruhê wan kesên ku hatin qetil kirin şad be, cîhê wan biheşt be.


10.10.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê