PAK: Em Jenosîda Ermenîyan Rûreş Dikin

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) bi peyamekê Jenosîda Ermenîyan ku 1915an pêk hatibû rûreş kir.

Peyama PAKê wiha ye:

“Dewleta Osmanî di sala 1915an de nêzikî 1.5 milyon Ermenî bi awayekî plankirî qetil kir.

 

Jenosîda Ermenîyan jenosîdeke mezine di nav jenosîdên di cîhanê de.

 

Jenosîda Ermenîyan qirkirina miletekî ye û bi destê Dewleta Osmanî ve hatiye kirin!

 

Em di 105emîn salvegera jenosîda Ermenîyan de careke din Dewleta Osmanî û "İttihat Teraki"  bi tundî rûreş dikin. Em şirîkê êş û xema gelê  Ermenîyan e.”

 

24.04.2020

 

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist