Otubuseke geştyarên Silêmaniyê li Bakurê Kurdistanê wergeriya: 32 birîndar hene

.

Li parêzgeha Ruha ya Bakurê Kurdistanê otubuseke geştyaran di bûyereke trafîkê de wergeriya ku ji Başûrê Kurdistanê ve bo Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê geşt kirine û di bûyerê de 32 kes birîndar bûne.

Îro Çarşemî 11ê Mijdara 2020an demjimêr 04:20 danê sibê li ser rêya Ruha-Wêranşarê otubuseke geştyaran bi plaka Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, dema ku ji Mêrdînê ber bi Ruhayê ve diçû, li nêzîk gundê Terzî wergeriyaye.

Li gor agahiyan, şofêrê otubusê Talha Hesen kontrola otubusê ji dest daye û ew yek sedema bûyerê bûye, ku di encamê de 32 kesên di otubusê de birîndar bûne.

Birîndarên bûyerê ji aliyê tîmên tendirustî û hawarçûna bilez a 112 bo nexweşxaneya navendî ya bajarê Ruhayê hatine veguhastin.

Li gor zanyariyan, rewşa tendirustiya du ji birîndaran nebaş e.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê