Ormiye - Girtiyekî kurd ji ber ku dereng gihandin nexweşxanê, canê xwe ji dest da

.

Girtiyekî kurd di girtîgeha Ormiyê de, ji ber ku dereng gihandin nexweşxanê, canê xwe ji dest da.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, roja 11 vê mehê girtiyekî kurd bi navê Sadiq Melekî, ku demek bû nexweş bû, di girtîgehê de canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, sebeba serekî ya mirina wî girtiyê kurd ew bû ku dereng gihandin nexweşxanê.

Çavkaniyekî li nav girtîgehê ji Hengawê re gotiye, wî girtiyê kurd roja 7 vê mehê, dema gardiyanên girtîgehê qawîş teftîş dikirin, hinek madeya hişber daqurtandibû da ku nekeve destê gardiyanan. Piştî ku berpirsên girtîgehê zanîn, ew girtiyê kurd birin cihê karantînê û zêdebarî têkçûna rewşa tenduristiya wî, ew nebirin nexweşxanê, ji ber wê jî canê xwe ji dest da.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?