Ormiye – Girtiyekî kurd di girtîgehê de agir berda canê xwe

Ormiye – Girtiyekî kurd di girtîgehê de agir berda canê xwe

Li girtîgeha bajarê Ormiyê, girtiyekî siyasî yê kurd agir berda canê xwe.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî girtiyê kurd Adil Mukerem, ku par payîzê ji aliyê Tirkiyê ve teslîmî Îranê hatibû kirin, li girtîgeha Ormiyê de û ji kerba wê yekê ku heta niha dosyeya wî yekalî nebûye, agir berda xwe.

Li gorî agahiyan, nobedarên girtîgehê zû agir vemirandin lê piyekî wî girtiyê kurd şewitî.

Wî girtiyê kurd çend roj berê jî devê xwe dirûtibû.

Adil Mukerem, 30 salî û xelkê bajarê Ormiyê ye. Par dema dixwast bi rêka Tirkiyê re derbasî Ewropa bibe, hatibû girtin û teslîmî Îranê hatibû kirin.

Ew welatiyê kurd bi tohmeta endamtiya partiyeka Rojhilatî hatiye girtin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?