Operasyona leşkerî ya li Bedlîsê didome

.

Li Bedlîsê, operasyona leşkerî ku duh piştî îlankirina qedexeya derketina derve ya li 46 gundan hatibû destpêkirin, didome. 

Walîtiya Bedlîsê, duh piştî ku li 46 gundên girêdayî navenda Bedlîsê qedexeya derketina derve ragihand, li herêma van gundan operasyoneke leşkerî da destpêkirin. Di roja duyemîn de operasyon didome û liv û tevgera helîkopteran li herêma operasyonê heye. 

Wezareta Karên Hundir, derbarê operasyonê de daxuyaniyek da û ragihand ku operasyon bi navê “Daristanên Sehî Yildirim-16” hatiye destpêkirin û 2 hezar û 571 leşker, polis û cerdevan tevlî operasyonê bûne. 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?